All NewsTop

Paşînyan û Yanêz Lênarçîç li ser pirsên hevkarî û gavên pêşdetir gotûbêj kirine

Serokwezîr Nîkol Paşînyan, Komîserê Rêveberiya Krîzê ya Yekîtiya Ewropayê Yanêz Lênarçîç qebûl kirîe.

Serokwezîr serdana Birêz Lênarçîç bo Ermenîstanê di rewşeke dijwar de pêşwazî kir û destnîşan kir ku ji bo derbaskirina qeyrana ku ji ber sîyaseta Azerbaycanê ya paqijkirina etnîkî ya bi darê zorê koçberkirina zêdetirî 100 hezar welatîyên me yên li Qerebaxa Çîya bi darê zorê ji cîh û warên xwe derketine û alîkarîa jivaka navdewletî lazime û isajî alîkarîa fînansî. Nîkol Paşînyan anî ziman ku li Granadaê bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von dêr Laynê re derbarê nirxandina hewcedariyên heyî û alîkariyên zêdetir de nîqaşên berhemdar kirine.

Yanêz Lênarçîç careke din tekezî li ser pabendbûna Yekîtiya Ewropayê ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji bo Hikûmeta Ermenîstanê û Ermeniyên Qerebaxa Çiya ji bo sivikkirina û derbaskirina pirsgirêkên ku hatine afirandinê, kirîe.

Di hevdîtinê de pirsên têkildarî peywendiyên pêştir û pêngavan hatin gotûbêjkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button