YE bi tundî operasyona leşkerî ya dawî ya hêzên çekdar ên Azerbaycanê li dijî gelê Ermenî li Qerebaxa Çiya, ku bû sedema koçberkirina zêdetirî 100,000 kes ji Qerebaxa Çiya, şermezar dike. Komîserê Rêveberiya Krîzê ya Yekîtiya Ewropayê Yanêz Lênarçîç di civîna çapemeniyê ya ku li Erîvanê hatîe lidarxistinê daxuyanî daye.
Li gorî wî, YE bi lez bersiva rewşê daye û bi lez derdora 5 milyon euro alîkariyên mirovî kom kirîe, di çend rojan da ew qas dê du qat wê bibe û bigihe 10 milyon euroî.
“Herwiha me mekanîzmaya parastina sivîl a YE’yê aktîf kirîe û ez gelek kêfxweş im ku welatên endamên YE’yê karîbûn bersivê bidin. Jixwe gelek welatan amadebûna xwe diyar kirine û piştgiriya xwe pêşkêşî Ermenîstanê kirine. Bi taybetî em behsa tiştên paqijiyê, xwarin, derman dikin. Tiştên paqijiyê, derman dane nexweşxaneyan.
Van welatan Avusturya, Belçîka, Almanya, Fransa, Bulgaristan, Îtalya, Lîtvanya, Luksemburg, Polonya, Romanya, Spanya, Swêd û Norwêc in.
Ez dixwazim bibêjim ku piştî vê qonaxa krîzê, em ê mêldarê bin ku piştgirî di heyama navîn û dirêj de bidomînin.
Di dawiyê de ez dixwazim careke din piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo yekîtiya axa Ermenîstanê piştrast bikim.”