Ararat Mîrzoyanê wezîrê CE K’D çawa cava ya QÇ’-da bûyî dengvedana T’MY-ye h’etanî vê gavê dayî h’esavdike bêh’ed dereng û hindik, lê ij T’MY dane bawerkirinê, wekî e’lamtî wê bive.
Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê Mîrzoyan semt’girîya heman wexta cavûpirsê t’ev h’ökömetêye CM-da- bi paþdaveger’andina ser pirsa Armên Xaçatryanê dêpûtatê ij qelfa “Þertne’ma bajar’anîyê”.
Ê dêpûtat binxetkir, wekî k’oma r’esûltîya T’MY-ye nihêr’vanîyê derengîk’etî çûye QÇ’, encama þöxölvanîya wêda tênivîsarek hatîye kirinê, k’îjanê hêrs r’akirîye. “Wek’îlê T’irkîayê, Macaristanê”, Albanîayê, Pakîstvanê, Ûr’isêtê nav k’oma nihêr’vanîyêdabûne. Yanî- T’MY h’etanî þandina wê k’oma nihêr’vanîyê wexta t’eþkîlkirina vê t’eþkîlê idî gere serwextbûya, wekî t’ö nihêr’vanîyê obyêktîv nikarin hevin, bi îht’îmalî hatîye cêr’ibandinê bela heremezin, parzûnkirina ÿt’nîk veþêrin”,- ê dêpûtat got.
Msîrzoyan got, wekî CE bi meha xîtavbûye, e’þiratî daye, salix daye, de’wa dengvedanê, t’evbûnê ij xeleqê ort’emiletîyêye p’ir’hejmar kirîye- berê e’wil- ij T’MY û ij qölixdarîyê wêye angor. Isa jî r’ûniþtinê þêwra bêqezîabûnê qewimîne. “Me dengvedana angor, h’eyf, nestendîye. Me derheqa wê yekêda jî kirîye bangî. H’erke eve dengvedana T’MY, dêmek eva bêh’ed derenge û bêh’ed hindike. Alîkî dinêva ez dixwezim hîvîdarvim, wekî T’MY û qölixdarîyê wê vî h’alîda, h’eyf derengîk’etî, gere dengvedanê bidine k’ivþê”,- Mîrzoyan got.
Bi salixdayîna wezîr- k’arê e’lametîya hima wê qölixdarîya r’esûltî mîaserkirî tê kirinê. Mîrzoyan daye bawerkirinê, wekî ew denngvedan, k’îjan hatine kirinê, ê wê qölixdarîyê nînin. “Isa jîm dane bawerkirinê, wekî hindava hima wê qölixdarîyêda e’lametîya angor wê bive. Emê sebirkin, bivînin”,- ewî got.