All NewsTop

Sirgûnkirina bi darê zorê ya Ermeniyên Qerebaxê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Katrîna Kolona

Ermeniyên Qerebaxê bi dilxwazî ​​ji malên xwe derneketine, ev koçkirineke bi darê zorê bûye. Tişta ku qewimî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Wezîra Derve ya Fransayê  Katrîna Kolonna piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ra wedê civîna çapemeniyê da daxuyanî daye.

“Ez hewce dibînim ku careke din vê yekê ragihînim ji ber ku em daxuyaniyên dibên ku dibêjin xelk bi dilxwazî ​​malên xwe terikandine, Ne wisa ye.” – Wî got.

Wezîrê Derve yê Fransa tekez kir, ku giring e nirxandineke zelal li ser vê rastiyê bê kirin û got, ev derew dê ti kesî nexapîne.

Kolonna destnîşan kirîe ku gotinên ku dibêjin Fransa têra xwe aktîf nebûye û dereng bertek nîşanî vê rewşê daye ne rast in. “Fransa her tim li kêleka Ermeniyan bûye, em li Neteweyên Yekbûyî û li her derê û her wiha di hemû têkiliyên di asta herî bilind da bi Ermenîstan û Azerbeycanê ra li kêleka Ermeniyan bûne. Dema avakirina mîsyona çavdêriyê ya di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê da jî em li kêleka Ermenîstanê bûne. Û ez dixwazim we ragihînim ku em hewl didin ku şert û mercan biafirînin ku dê pêşnûme biryarek çêbibe ku li gorî wê ermeniyên Qerebaxa Çiya ku bixwazin dikarin di bin şert û mercên ewle da vegerin malên xwe. Katrîna Kolona gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button