Top

“Rayedarên Azerbaycanê li Qerebaxa Çiyayê girtinên neqanûnî pêk tînine.” serokwezîr ji wezîrê derve yê Fransa ra

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwaziya Katrîna Kolona  Wezîra Ewropa û Karên Derve ya Fransa kirîe.

Serokwezîr pêşwazî li serdana şanda bi serokatiya wezîr bo Ermenistanê kir.

“Berî her tiştî ez dixwazim spasiya we bi xwe, Fransa û Serokomar Makron bikim ku di van demên dijwar da bi awayekî zelal li kêleka Ermenîstanê sekinîn û di derbarê paqijkirina etnîkî ya li Qerebaxê da jî helwesta xwe ya zelal eşkere kirîe.

Qerebaxa Çiya bûye qurbana paqijiya etnîkî û mixabin mekanîzmayên navneteweyî nehatin aktîfkirinê. Esasê xwe da em bi pêkanîna paqijiya etnîkî ya ku beriya niha hatibû îlankirinê ra mijûl dibin. Vê wateyê da helbet qeyrana însanî ya ku li Qerebaxa Çiyayî hebû, derbasî Komara Ermenîstanê bûye.

Ji aliyê din va, gere ez tekez bikim ku rayedarên Azerbaycanê li Qerebaxa Çiyayê girtinên neqanûnî pêk tînine û bi baweriya min gere eve yek jî di navenda bala navneteweyî da be.” Nîkol Paşînyan her wiha gotîe, niha hikûmeta Ermenîstanê kariye herikîna hevwelatiyên me yên ji Qerebaxa Çiya bi darê zorê hatine koçberkirin  bin kontrolê da bihêle, pêwîstiyên herî jiyanî yên gel bi piştevaniya dewletê û hevkarên hejmarek ji saziyên navneteweyî jî tên dabînkirinê.

Serokwezîr gotîe – “Lê helbet pêwîstiya hikûmeta Ermenistanê bi piştevaniya darayî ya rasterast ji alîkarîa navneteweyî heye, da ku em bikarin pirsgirêkên mirovî yên dema navîn û demdirêjîê da jî çareser bikin. Vê hawîrdora me da, ez pir girîng dibînim ku pirsên rojêa dualî ya navbera welatên me da werin çareser kirinê. Helbet ev pirsan diyaloga siyasî, pirsa hevkariya li ser platformên navneteweyî, pirsa hevkariya aborîê ne.”

Wezîra Ewropa û Karûbarên Derve ya Fransayê Kartîn Kolonna ji bo pêşwaziya germ spas kir û silavên Serokomar Êmmanûêl Makron gihandin Serokwezîr. “Ez kêfxweş im ku piştî çend mehan ji seredana xwe ya berê dîsa vedigerim Êrîvanê, tevî ku ez pir dixwazim ku seredana min di şert û mercên kêmtir trajîk da pêk were, ji bo gelê Qerebaxê û hem jî ji bo Ermenîstanê. Û mîna meha Nîsanê, niha jî ez rûyên nas û dost li ser sifrê dibînim û bê guman di vê cîhana tevlihev a ku em tê da dijîn, pir xweş e.

Katrîn Kolonna axivtina xatda got – ”Serdana min tenê nîşaneka  dide dostaniya Fransa yê bi Ermenîstanê re û ji bilî dostaniyê, ev yek jî nîşana hevgirtinê ye. Hevgirtina me tevahiya salê da hate nîşandanê. Ji ber ku qeyrana mirovî û rewşa mirovî bi giştî xirabtir bûye, alîkarî zêde bûne û ez bi serbilindî dibêjim ku Fransa her dem li cihê ku pêwîst e lê ye.”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê her wiha destnîşan kir ku Fransa ji bo Ermenîstanê 12,5 mîlyon euro alîkariya mirovî plan kiriye. Katrîn Kolonna destnîşan kir ku heger lazim be ev alîkarî wê zêde bive.

Hevdîtinê da li ser pirsên hevkariyên Ermenî-Fransa, pêvajoyên li herêmê diqewimin, axaftin hatîne kirinê û li ser pirsên din ên ku her du alî ne, nêrînên xwe danustandine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button