
Şert û mercên herî hêsan dê ji bo kesên ku di warê bazirganiya derve da çalakiyên aborî dimeşînin wanra bêne çêkirinê, ji ber ku pêvajoya radestkirina belgeyên destûrnameyê dê tenê bi elektronîkî were meşandinê. Wezîrê Aboriyê Vahan Kêrobyan di rûniştina Meclisa Netewî da ev tişt gotîe, wedê projeya pêwendîdar pêşkêş kirînê.
“Pêşnûmeya guhertina qanûna bazirganî û xizmetguzariyê tê wê wateyê ku proseya radestkirina belgeyên destûrnameyê tenê bi elektronîkî were meşandinê. Vê çarçoveyê da, tê pêşniyar kirin ku di xala 2.1 a Qanûna “Bazirganî û Xizmetan” da guhertinek were kirin, ku di encama vê yekê da lîsans an destûr an sertîfîkayên ji hêla saziya rayedar va hatîe damezrandinê ji hêla Hikûmeta Komara Ermenîstanê va ji bo hinardekirin û/an îthalata kelûpelên ku di warê bazirganiya derve da, bin qedexeyan da ne dê tenê bi elektronîkî were kirin. Em vê rêziknameyê destnîşan dikin da ku ji niha û pê va bi şîrketên bazirganiya derve bi awayekî kaxizî danûstandinê nekin û şert û mercên hêsan çêkin.” – Kêrobyan gotîe.