All NewsTop

Gere civaka navneteweyî bi zelalî qeyd bike ku li Qerebaxê paqijiya etnîkî pêk hatiye. Xandanyan

Erka demkurt ya rayedarên Ermenîstanê ew e ku pirsgirêkên civakî yên mirovên ku ji ber qirkirina etnîkî ji Qerebaxa Çiya bi darê zorê koçber bûne çareser bikin û ji bo zêdetirî 100.000 kesan şert û mercên normal bijîn û çalakiyên xwe li Ermenîstanê pêk bînin.

Parlamenterê  Sargîs Xandanyan axaftina xwe ya li Meclisa Neteweyî da bi rojnamevanan ra ev tişt gotîe, li ser pirsa gelo mimkun e kesên ji Qerebaxa Çiya bi darê zorê hatine koçberkirin vegerin welatê xwe?

Xandanyan gotîe – Gere pirsgirêk li ser pirsên demkurt, navîn û demdirêj bên dabeşkirinê. Erka me ya demkurt ew e ku em pirsgirêkên civakî yên hevwelatiyên xwe yên ku di encama paqijiya etnîkî da ji Qerebaxa Çiya bi darê zorê koçber bûne, çareser bikin û ji bo zêdetirî sed hezar kes bibin xwedî şert û mercên normal ji bo jiyan û çalakiyên xwe li Ermenistanê.

  Û divê civaka navneteweyî bi zelalî tiştên ku qewimîn, ango paqijkirina etnîkî li Qerebaxê pêk hat, zelal bike. Gere hemî encam bêne tomar kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button