All NewsTop

Nîkol Paşînyan bi serokê heyeta YEyê ya li Ermenîstanê ra pirsên têkildarî hevkarîya Ermenîstan û YE’yê xeverdaye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwaziya Serokê Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê Balyoz Vasîlîsî Maragos kirîe.

Serokwezîr ji ber wezîfeya wî ya nû Maragos pîroz kir û  xebatên wî yên pêşerojê da jê ra serkeftin xwest.

Nîkol Paşînyan tekezî li ser hevkariya Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê di warên cuda da kirîe, bi taybetî di çarçoveya pêşdebirina reformên demokratîk ên li welatê me tên kirin.

Nîkol Paşînyan anî ziman ku bernameya reformên berfireh ên hikûmeta Ermenîstanê bi piştgirîya YE jî di nav da bi awayekî serketî tê meşandinê. Serokwezîr destnîşan kir ku gere ji bo projeyên ku YE di pakêta veberhênanê ya 2,6 milyar dolarî ya ji bo Ermenîstanê da hatiye plansazkirinê, xebateke nû bê dayînê.

Nîkol Paşînyan diyar kirîe ku ji bo derbaskirina rewşa ku li Ermenîstanê di encama sirgûnkirina bi darê zorê ya hevwelatiyên me yên ji Qerebaxa Çiya da çêbûye, çaverêyî alîkariya navneteweyî jî tê kirinê.

Hevpeyvîn li ser pirsên cuda yên rojevê yên têkildarîê hevkariya Yekîtiya Ewropayê ya Ermenîstanê axivîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button