All NewsTop

Neteweyên Yekbûyî wek saziyek bêrûmet dive. Marûkyan

Balyozê Karên Taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marûkyan di rûpela xwe ya Xê da amaje bi daxuyaniyên nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qerebaxê kir û wiha gotîe:

“Mîsyona bi navê NY li Qerebaxê her tişt kir ji bo rewakirina paqijiya etnîkî, girtinên keyfî, wêrankirina binesaziya sivîl û sûcên din ên ku ji aliyê Azerbeycanê va tên kirinê. Van kesan UNê wekî sazî şermezar dikin. Ez li benda lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî ya derbarê çalakiyên van ‘nûneran’ me.” – Marûkyan nivîsandîe.

Marûkyan posta Parêzvanê Mafên Mirovan li Qerebaxê Gêxham Stêpanyan bi wêneyên avahiyên wêrankirî û otomobîlên topbarankirî ji nû va belav kir û tê da wiha tê gotinê:

“…û UNê wêrankirina tiştekî sivîl tomar nekir.”

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî duh ragihand ku, li gorî hemûyan, 50 heta 1000 ermeniyên etnîkî li Qerebaxê mane.

Di serdana xwe da ekîba Neteweyên Yekbûyî ber bi Stêpanakêrtê va bi rê ket. Mîsyon di heman demê de rêya Laçînê jî şopand, ku di van rojên dawî de zêdetirî 100 hezar Ermenî di ser ra derbas bûn. Wesayitên sivîl ên diçûn Ermenîstanê rastî wan nehat.

Tîmê ragihand ku “di vê qonaxê de dijwar e ku were destnîşankirin ka nifûsa xwecihî dixwaze vegere an na.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button