All NewsTop

Gere Serokomarê Azerbaycanê Alîyêv bê sûcdarkirinê û hesab were pirsîn. Alfrêd dê Zayas

Alfrêd dê Zayas, pisporê berê yê Konseya Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan û Pêşxistina Sîstema Navnetewî ya Demokratîk û Dadperwer, êrîşa Azerbaycanê ya li dijî Qerebaxê şermezar kirîe.

“Eger doktrîna “Berpirsiyariya Parastinê” tiştekî bi wate be, wê demê ew trajediya ku ji sala 2020’an û pê va li Komara Artsaxê ya ku bi navê Qerebaxa çya tê naskirinê, diqewime.

Doktrîna ku normek nû ya hiqûqa navneteweyî ye, bi însiyatîfa Neteweyên Yekbûyî di sala 2005 da hate destnîşan kirinê. Ew ji çend prensîbên ku bi ramana “serwerî ne îmtîyazek e, lê erkek e ji bo parastina mirovên ku di nav sînorên dewletek diyarkirî da dijîn pêk tê.”

Êrîşa neqanûnî ya Azerbaycanê ya sala 2020an ku bi sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê hat kirin, berdewamiya jenosîda Împaratoriya Osmanî ya li dijî Ermeniyan e. Gere ev doz li gorî xalên 5, 6, 7 û 8 ên Destûra Romayê ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya li Laheyê va bi awayekî rast bê lêkolînkirin. Gere Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyêv bê sûcdarkirin û hesab were pirsîn. Sûcên wiha nayên cezakirin.” pispor ragihandîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button