
Gere DYA çekan bide Ermenîstanê. Endamê kongreya Amerîkî Brêd Şêrman li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya X da nivîsîe.
“Niha gere em Ermenîstanê bi çekên berevaniyê yên têr bi çek bikin da ku pêşî li dagirkeriyê bigirin. Bêwate ye ku mirov bibêje ku Ûkrayîna da encama êrişên çekdarî da axa xwe winda neke û yekparçebûna axa Ermenistanê ne di berjewendiya neteweyî ya Dewletên Yekbûyî da ye. Beriya dagirkirina sala 2014’an divê me Ûkrayîna zêdetir çekdar bikira, weke ku min deh sal berê bang kiribû.”