All NewsTop

Cîhan bi xemsarî temaşe dike ku çawa Komkujiyeke din ya Ermeniyan û sirgûnkirina bi darê zorê ya Ermeniyan pêk tê. Genocide Watch

2 sal piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Jo Baîdên Qirkirina Ermeniyan nas kirîe, cîhan bi xemsarî li Komkujiya Ermeniyan a din û koçberkirina bi darê zorê ya Ermeniyan temaşe dike. Li gorî nûçeya Armenpressê, di gotara Çavdêriya Jenosîdê da ev gotinên jêrîn cih girtine.

Li gorî nûçeyê, Çavdêriya Jenosîdê, Enstîtuya Pêşîlêgirtina Jenosîdê Lêmkîn, koalîsyona “Rizgarkirina Qerebaxê”, dozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Lûîs Morêno Ocampo û gelek rêxistinên Ermenî ji sala 2022’an û vir va der barê qirkirina Qerebaxê da hişyarî didin.

Nivîskarên gotarê destnîşan dikin ku koçkirina bi darê zorê û jenosîda li Qerebaxê “encama pevçûnên bi dehan salan e.”

Di nivîsa Çavdêriya Jenosîdê da jî ev gotin cîh girtîne: “Azerbaycan bi zanebûn bajaran bombebaran dike. Ew sûcê şer e “Jicîhûwarkirina bi darê zorê sûcek li dijî mirovahiyê ye”.

Di gotarê da hat gotinê, “Pêdiviya Ermenîstanê bi temînatên DYA, YE û Rûsyayê heye ku ew ê ji êrîşeke din a Azerbaycanê rizgar bibe.” îfade jî hatin bikaranînê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button