All NewsTop

Armên Grîgoryan bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî ra hevdîtinek pêk anîe

Îbrahîm Raîsî serokomarê Komara Îslamî ya Îranê li çarçova serdana xwe ya xebatê bo Têhranê pêşwaziya Armên Grîgoryan Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Komara Ermenistanê kirîe.

Di hevdîtinê da rewşa asayîşa herêmê hate gotûbêjkirinê û tekez li ser wê yekê hate kirin ku rêz li prensîpa nehêştina sînoran bê girtin û kêşe bi diyalogê bên çareser kirin.

Li ser peywendiyên dualî yên Ermenistan-Îranê jî bal hat kişandinê ser berdewamiya geşepêdana van peywendiyan jî çend beşan.

Îbrahîm Raîsî ji Armên Grîgoryan xwest ku silavên germ bigihîne Serokwezîrê ErmenistanêNîkol Paşînyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button