
Piştî pevçûna li ser sînor a meha Nîsanê ya li nêzî gundê xwe, Gêxham çûye zeviyê û li wir malbata wî bi dehan sal e ku çandiniyê dike û mêşvaniyê dike.
Lê dema ku ew nêzîk bû, wî dengê guleyan bihîst. Azeriyan ji çeperên xwe yên nû li serê girên derdorê gulebaran kirine. Ew banzda ber otomobîla xwe û qet venegeriyaye, The Observer dinivîse.
Rojnemevan Êndryû Rot dinîvse – Bûyara Nîsanê ya ku beriya şer qewimîe, nîşan dide ku rêza pevçûnên li ser sînor û destdirêjiyan dikarin pêşbîniya qeyrana mezin a din bikin. Azerbaycana Revanşîst, ku bi serketina li Qerebaxaê cesaret girtîw, niha çavê xwe li korîdora bejahî ya Tirkiyeyê digire, an jî bi tevahî herêmên ku zozanên Bakû jê ra dibêjin “Azerbaycana Rojava” bi xwe va girêdide. Bi rastî ew erd aîdî Ermenîstanê ye.”