
Alîkarê Serokwezîrê Ermenistanê Tîgran Xaçatryan pêşwaziya serokê nû yê Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenistanê Balyozê Vasîlîs Maragos kirîe.
Alîkarê serokwezîr bi helkefta destpêkirina nûneratiya dîplomatîk li Ermenistanê pîrozbahî li balyoz kir û got ku ew wî bawarîêye ku ji her du aliyan va ji bo bihêztirkirina peywendiyên Ermenistan û Yekîtiya Ewropî û zêdekirina karîgeriya hevkariyê heyama karûbarê balyoz da hewl bê dayînê.
Alîkarê Serokwezîr pêdiviyên sereke yên kesên ku ji Qerebaxa Çiya bi darê zorê koçber bûne û ji bo peydakirina wan tedbîrên demkurt û navincî yên ku ji aliyê Hikûmetê va tên kirinî, ji muxatab ra pêşkêş kirîe. Vassîlîs Maragos dilgiraniya xwe ya li ser rewşa mirovî ya kewimîe anîe ziman û amadebûna Yekîtiya Ewropî ji bo piştgirîkirina planên hukûmeta Ermenîstanê ji bo peydakirina hewcedariyên mirovên bi darê zorê yên ji Qerebaxa Çiyayî piştrast kirîe.
Hatîe diyarkirinê ku di çarçoveya plana aborî û veberhênanê ya Yekîtiya Ewropayê da di gelek waran da hevkariyê di navbera her du aliyan da jî hatîe danustandinê.