
Li ser çalakî û tundiya li dijî sivîlan raporên gelek xemgîn gihîştin me. Samanta Pawêr, seroka Ajansa Pêşkeftina Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî (USAID), di 26ê Îlonê de li Kornîdzorê da sohbetekê da bi rojnamevanan ra behsa vê yekê kirîe.
“Di heman demê da rewşa kaotîk a vê gavê û travmaya ku mirov tê ra derbas bûye li ber çavan bigire, ji bo fêmkirina rewşê divê hûn guh bidin çîrokên mirovan û ew xebat nû dest pê dike. Di raporê da tê gotin ku gere çavên serbixwe li axa Qerebaxê hebin û niha jî wisa be.” – Wî gotîe:
Li ser vê pirsê ku gelo ne dema wê ye kê civaka navneteweyî serî li tedbîrên tundtir bide, nav da cezayên li dijî Azerbaycanê, Pawêr bersiv da. “Li ser talîmata Serok Baîdên, ez hatime vir da ku bi rayedar, rêxistinên sivîl û kesên ku di vê rewşa xedar da direvin ra biaxivim. Serok Baîdên û ez tekezî li ser lezgîniya vê pirsê dikin, divê çi encamên wê hebe û hûn li ser wê gelek pirsan dikin. Ji ber vê yekê ez li vir im, ji bo ku di cih da rastiyan nas bikim û bi rayedarên herêmê, bi taybetî rayedarên Ermenistanê ra nîqaş bikim.