All NewsTop

Hemû dewlet mecbûr in rêz li serwerî û serxwebûna Ermenîstanê bigirin. Bersiva Rûbînyan ji Wezareta Derve ya Rûsyayê ra

Wezaretên karên derva yên welatên xwedî peywendiyên dostane, bi giştî sersaxiyê û piştgiriyê didin dewletên di rewşeke dijwar da ne û wan sûcdar nakin, ev aliyê exlaqî yê meselê ye. Rûbên Rûbînyan, cîgirê serokê civata niştimanî,  25ê Îlonê, di hevpeyvînekê da li gel Televîzyona Giştî, amaje bi daxuyaniya wezareta derve ya Rûsyayê kirîe.

“Tiştê herî xemgîn ew e ku di rewşek ku gelê Ermenî gelek qurbanî dane û her kes rewşa xirab a Qerebaxê dibîne, her kes dibîne ku ewlekariya Komara Ermenîstanê bi xwe da xetereyê da ye.” welat daxuyaniyeke wiha dide. Wezaretên derve yên welatên xwedî têkiliyên dostane, bi giştî ji dewletên ku di rewşeke dijwar da ne, sempatî û piştgiriya wan dikin û wan sûcdar nakin. ev aliyê exlaqî yê meselê ye.

Rûbînyan gotîe. – “ Rastî ev e ku rewşa Qerebaxê ji ber ku daxuyaniya 9’ê çirîa paşin hema  di hemû xalan da hat binpêkirinê, hat afirandinê. Ev rewş ji ber wê yekê çêbû ku Azerbaycanê ji destpêkê va bi awayekî neqanûnî Korîdora Laçînê girtibû, piştre êrişî Qerebaxaê kir û hêzên aştiyê yên rûsî ne Korîdora Laçînê da bin kontrola xwe da hiştin û ne jî rê li êrişa li ser Qerebaxaê girtine.” 

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button