PoliticsTop

Li Qerebaxê hêz hat bikaranîn û em li ser bersiveke rast difikirin: Rêveberê USAID

Tevî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthonî Blînken û cîgirê wî Yurî Kîm, ku dibêjin bikaranîna hêza çekdar li Qerebaxê nayê qebûlkirin jî, ew hêz hatiye bikaranîn û Amerîka li ser wê yekê difikire, ku çi bersiveke guncaw be.

Ev yek ji aliyê rêvebera USAID, Samantha Power, di civîna çapemeniyê ya ku li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Ermenîstanê hat derbaskirin․ Wê amaje bi gotina Yurî Kîm kir, ku dibêje, bikaranîna hêzê li Qerebaxê nayê qebûlkirin, lê Azerbaycanê dest bi êrişên leşkerî yên mezin kir.

“Heman tişt ji aliyê Wezîrê Derve Blînken ve jî hate gotin. Lê ev hêz hatiye bikaranîn. Û em lê dinêrin, ka çi dibe, ku bersivek guncan be ji bo wê. Wekî ku Alîkarê Wezîrê Karên Derve Yurî Kîm diyar kir, em alîkariyên xwe yên ewlehiyê di ber çavan re derbas dikin, lê ez naxwazim di derbarê polîtîkaya derve û bersivdayina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ti encaman bikim։” got Power.

Rayedar eşkere kir, ku ew ji bo bersivdayîna bûyerên dawî çarçoveyeke giştî dinirxînin. “Ya herî girîng jî em dixwazin agirbest were parastin, da ku ger îradeya wan be, gel ji Qerebaxê derkeve û maf û rûmeta wan were garantîkirin։” Power got.

Wê diyar nekir, ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikare di çarçoveya van şert û mercan de çi amûran bikar bîne, ji wan re piştrast kir, ku di destê wan de pir hene. “Gotûbêjên li ser asteke pir bilind li Waşîngtonê têne kirin li ser wê։” wê diyar kir

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button