
Mirovên li Artsaxê rûbirûyê krîzeke mirovî ya giran û bêbaweriyeke cidî bi paşeroja xwe bûn, “Human Right Watch” ragihand.
“Raportên vê dawiyê hene ku hejmareke mezin ji ermeniyên etnîkî piştî operasyona leşkerî ya Azerbaycanê ji Qerebaxê derketine. Dibe ku hinek nikaribin herin Ermenîstanê, lê yên, ku karibin jî, çi çarenûs li benda wan e?
Berî êrîşa çekdarî ya dawî ya Azerbaycanê, di Kanuna Pêşin de Azerbaycanê Korîdora Laçîn a girîng girt, ku herêmê bi Ermenîstanê ve girêdide. Ji nîvê Hezîranê ve, Azerbeycanê hemû barên mirovahî yên ku ji hêla hêzên aştîparêz ên Rûs û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve dihatin şandin, asteng kir.
Şerê 44 rojî yê sala 2020’an bi agirbesteke bêîstiqrar bi dawî bû. Di peymanê de hat destnîşankirin, ku hêzên aştiyê yên Rûsyayê wê heta sala 2025’an li Qerebaxê amade bin û Korîdora Laçînê ya girîng kontrol bikin. Lê ev hemû deh meh berê, di dawiya sala 2022-an de, dest bi hilweşandinê kir, û naha operasyonên leşkerî yên nû metirsiyek ciddî ya nû ye.
Her du alî dikarin bêdawî nîqaş bikin, ka mafê kê ye kontrolkirina vê herêmê heye, lê metirsiya bilez himberî ewlekarî û hewcedariyên mirovahî yên nifûsa Ermenîyên etnîkî yên Artsaxê ne.
Ji roja şemiyê heta niha hinek alîkariyên mirovî gihîştine Qerebaxê, lê divê mirov daxwazên mezin ên, ku di mehên tengasiyê de ji ber dorpêçkirina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve pêk hatiye, ji bîr neke.
Rayedarên Azerbaycanê radigihînin ku hemû mafên gel û ewlekariya wan wê bên parastin, lê piştî bi mehan a ablûqe û pevçûnên bi dehan salan, qebûl kirina van garantiyan zehmet e. Ji bo ku Bakû sozên xwe bi cih bîne, çavdêriya navneteweyî pêwîst e.
Ger rayedarên Azerbaycanê ji bo daxwazên însanî gavan neavêjin, mirov dikare bêje, ku bi qestî hewil didin, ku jiyana ermeniyên etnîkî ewqas giran bikin, ku ji bilî revê tu rê din nemîne.”