PoliticsTop

Enstîtuya Lemkin wê tu carî rê nede rêberên cîhanê, ku hevkarîya xwe ya di tunekirina gelê 4000 salî de ji bîr bikin.

Enstîtuya Lemkin wê tu carî rê nede rêberên cîhanê yên îroyîn ku hevkarîya xwe ya di tunekirina gel û şaristaniya 4000 salî ya li Artsaxê de ji bîr bikin. Daxuyanî li ser rûpela “X” ya tora civakî ya enstîtuyê hat weşandin.

“Ne li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ne li YE, ne di NATO û ne jî di NY’yê de, tevî hemû kurs, sempozyûm, pirtûk û axaftinan,m peyva “Pêşîlêgirtina Qirkirinê” tune. Em hêvî dikin, ku di vê rewşê de, di vê bahoza pêşîgirtina li qirkirinê de, wê dengek wêrek bi desthilatdariyek cidî hebe, ku wê tiştê rast bike:” di peyamê de tê gotin.

Dibêjin îro li cîhanê serkirdeyên rastîn tûnene, û ew natirsin, ku rojekê bibin armanca vê tirsê. Divê hemû gelên cîhanê bibin yek û dawî li vê tîbûna bêdawî ya hêz û çavkaniyan bînin, ku her tiştî di rê de wêran dike

“Gelê asayî ji qirkirinê sûd nastîne. Di cîhanê de kesek jî ji dilê şikestî yê kalê di vê wêneyê de sûd nastîne:” di daxuyaniyê de hate gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button