SocietyTop

Bi dehan nexweşên, ku ji ber teqînê birîndar bûn rewşa wan giran e, 7 kes li nexweşxaneyê mirin: Wezareta Tenduristiyê ya Qerebaxê

Di encama teqîna mezin a di 25’ê Îlonê de li herêma Askeranê di depoya sotemeniyê de pêk hat, bi giştî 290 nexweş bi pileyên cuda yên şewatê rakirin “Navenda Tenduristiyê ya Komarê”, “Arevik”, “Navenda Tibê ya Îvanyan” û Navenda Tenduristiyê ye Aştîparêzên Rûsyayê . Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Qerebaxê ve hat ragihandin, ku piraniya nexweşan veguhestin “Navenda Bijîşkî ya Komarê”.

“Mixabin nekarîn jiyana 7 nexweşan rizgar bikin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane. Bi dehan nexweşên, ku ji teqînê bandor bûne, hê jî rewşa wan giran e.

Gelek kes ji ber ku di encama teqînê de şewitîne winda ne û pêwîst e agahiyên zêde der barê wan de bên verastkirin.

Gelek kes ji ber ku di encama teqînê de şewitîne winda ne û pêwîst e agahiyên zêde der barê wan de bên verastkirin.

Bijîşk û personelên tenduristiyê yên li Stepanakertê di van şert û mercên giran û teng de ji bo ku jiyana birîndaran biparêzin bi hemû hêza xwe dixebitin:” wezaret agahdar dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button