PoliticsTop

106 cenyaz ji deverên cuda yên Qerebaxê hatin dîtin: Wezareta Karên Hundir ye Qerebaxê

Xebatên lêgerînê yên ji bo leşker û sivîlên, ku di operasyonên leşkerî de hatine kuştin û windakirin berdewam dikin. Ev ji aliyê Servîsa Dewletê ya Rewşên Awarte ya Wezareta Karên Navxweyî ya Komara Qerebaxê ragihand.

“Bi beşdariya aktîf a rizgarkerên Servîsa Lezgîn a Dewletê, ji 21’ê Îlonê û vir ve li tevahî xaka Herêma Qerebaxê xebatên lêgerîn û rizgarkirina leşker û sivîlan, mirî û windayî didome.

Di 21’ê Îlonê de li navçeya Acapnyak a Stepanakertê sivîlekî mirî hatibû dîtin.

Di encama lêgerîna 22’ê Îlonê de leşkerekî birîndar hate dîtin ji herêma Xaybalîşen a herêma Şûşî, cenyazê 2 leşkeran jî li Çarektarê hatin dîtin.

Di 23’ê Îlonê de 68 cenyaz hatin derxistin. 4 ji wan sivîlan ji gundê Sarnaxbyur ê herêma Askeranê ne, 2 ji wan zarokin .

Di heman rojê de 2 welatiyên li bejahiya gundê Naxîcewanîk û Sarûşenê hatin dîtin, metirsiya jiyana wan tune.

Di encama xebatên lêgerînê yên di 24’ê Îlonê de li cihên cuda hatin kirin de bi giştî 34 cenyaz hatin derxistin û 3 welatiyên ji gundê Şoş ê herêma Askeranê hatin dîtin.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button