PoliticsTop

100 sal piştî Qirkirina Ermenîyan, mirovahî dîsa biryar dide, ku li ser rêya dijmirovahiyê bisekine։ Murad Îsmaîl

Piştî Komkujiya Ermenîyan sed sal şûnde Ermenî ji bo xwe rizgar bikin dîsa direvin. Serok û damezrênerê Akademiya “Sîncar” Murad Îsmaîl di mîkrobloga xwe ya “X” de li ser vê yekê nivîsî.

“Ez ji bo ermeniyan hindik dikarim bikim, lê dikarim ji wan re bêjim ku em ji we hez dikin. Bi hêz bin û tu carî dev jê bernedin… Min hewcedariya giriyê hîs nekir, lê îro ez wê pêwîstiyê bi gelê Qerebaxê re bigrîm hîs dikim. Heyf e, ku dinya dîsa xiyanet li te kir… Ez dizanim hun bêhêvî ne. Lê şaristaniya we û gelê we bi sed salan li ser piyan mane û hûn nikarin ji ser rûyê erdê bên paqijkirin:” wî diyar kir.

Li gorî wî di dema sûcên girseyî de bêdengî her tim mijara sereke ye. “Kesekî ji min re got, dema ku bi hezaran Kurd di êrîşên kîmyayî de hatin kuştin, di Konseya Ewlekariyê (NY) de bi dijwarî nehat nîqaşkirin, her kesî hewl da vê yekê veşêre. Ev îro bi ermeniyên Artsaxê re dibe. Û dîsa bêdengî û bêçalakî. Û dîsa mirovahî biryar dide, ku li ser rêya nemirovanebûnê bisekine… Tiştê, ku di dema Holokastê de hat serê Cihûyan, li Yemenî, Suryan û Êzdiyan hat. Hema hema bi hemû kesên ku bûne mexdûrê sûcên girseyî.’

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button