
Çîrokên serjêkirina zarokan û veqetandina xort û mêrên mezin ji jin û zarokan ji Qerebaxê tên. Di daxuyaniya Enstîtuya Pêşîlêgirtina Jenosîdê Lemkîn de, ku li ser tora civakî ya “X “ê de hate weşandin, ev tişt hate gotin.
“Em hêvî dikin, ku ev ne rast be. Lê sedemên me hene, ku em bawer bikin, ku ew raste. Ew welat ji aliyê kesên, ku kîna xwe ya navxweyî ya li hemberî ermeniyan venaşêrin, tê birêvebirin.
Wehşetên bi vî rengî di dema jenosîdê de jî pirr zêde bûn. Tiştê ku di sala 1995an de dema ku leşkerên Sirbîstan Srebrenica dagir kirin, ev bû. Zarok hatin serjêkirin, mêr û xortên mezin ji bo tolhildanê hatin binçavkirin. Tecawiza komî. Sûcdar bi hêz û nefretê serxweş bûn.
Wehşetên wiha di dema qirkirinê de jî hevpar bûn. Tiştê, ku di sala 1995an de dema ku leşkerên Sirbîstan Srebrenîtsa dagir kirin, ev bû. Zarok hatin serjêkirin, mêr û xortên mezin ji bo tolhildanê hatin binçavkirin. Sûcdar bi hêz û nefretê serxweş bûn.
Welê dinya, vaye Azerbaycana, ku we piştgirî û rewa kir, tevî gelek hişyariyên pisporên jenosîdê û rêxistinên, ku bi pêşîlêgirtina jenosîdê re mijûl dibin. Em têdigihin ku Azerbaycan welatek bi petrolê dewlemend e, dijminê Îranê ye, rêyek ber bi Asyaya Navîn ve ye, lê gelo bi rastî ev tişt hêja bû, ku hûn îxanet li tevahiya miletekî bikin? Helbet na. Û dîsa jî, em li vir in.
Werin em tu carî çavbirçîtî, tirsonektî û (di hin rewşan de) xirabiya serokên cîhanê ji bîr nekin, ku ji sala 2020-an vir ve xwe wekî, ku Azerbaycan ji bilî velatekî terorist ku cenosîd dike tiştekî din e, nîşan didin.
Bila wê komkujî ji bîr nekin:” di daxuyaniya Enstîtuya Lemkîn de hate gotin.