
Rûsiya gûneqarê şerê Azerbeycanê yê li dijî Ermeniyên Qerebaxê ye. Serokê Beşa Hevkariya Rojhilat, Rûsya, Kafkasya û Asyaya Navîn a Servîsa Çalakiya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Lûka Devîn got, ku Moskow hêvî dike ku serokwezîrê Ermenîstanê yê alîgirê rojava hilweşîne: dinivîse Euobserver.
Devîn li ser hêzên aştîparêz ên Rûsî yên ji 2000 endaman pêk tê li herêma pevçûnê li Başûrê Kafkasyayê axivî. “Ma ji van aştîparêzan yekî tiştek kiriye?” Netişt. Ji bo astengkirina operasyona leşkerî maşînên xwe yên zirxî jî nedane ser rê… Li wir tenê leşkerên Rûsyayê hene. Kî sûcdar e? Rûsya”.
Li gorî wî, yek ji sedemên “cinîkî” yên ronahiya kesk a Rûsyayê ew e, ku têkçûna rûreşî ya Azerbaycanê dikare bibe sedema dûrxistina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji desthilatê û cîgirkirina wî bi kesayetiyek alîgirê Rûsyayê.
Şer jî dibe sedem, ku 200,000 penaberên ji Qerebaxa Çiya bêne Ermenîstanê, welatekî ku tenê 2,8 milyon kes lê dijîn, ku barekî mezin dixe ser milê hikûmeta Paşînyan.
Devîn bal kişand ser tweetek serokê berê yê Rûsyayê Dmîtrî Medvedev, ku gotibû êrîşa Azerî nîşan dide, ku çi dibe dema ku hûn “bi NATO-yê re flortê dikin” û amaje bi tetbîqatên leşkerî yên Amerîkî-Ermenî yên vê dawiyê yên piçûk kiribu.
“Ez ji ezmûna xwe dizanim, ku Rûs çiqas jê nefret dikin, ji ber vê yekê ez difikirim ku ew girîng bû:” got Devîn.
“Pûtîn ti carî qebûl nekir, Paşînyan çawa hat ser desthilatdariyê, ku mirov dikare jê re bibêje şoreşa rengîn։” got rayedar.
Zêdetirî 60 endamên Parlamenta Ewropî daxwaza cezayan li dijî Azerbaycanê kirin û ew bi paqijkirina etnîkî ya Ermenîyan tawanbar kirin. Yek endamekî Yekîtiya Ewropî li ser Bakûyê gotinek baş negot, tevî ku Azerbaycan di van demên dawî de gelek hewl dide ku di Parlamenta YE de hevaltiyê bike.
YEyê par 11,3 milyar metrekup gaz ji Azerbaycanê kirî, li gorî sala borî, ku 8 milyar metrekup gaz bû, lê dîsa jî ew tenê 3% ê îtxalata salane ye.
Balyozên Yekîtiya Ewropî roja Çarşemê jî li Brukselê danûstandinên girtî derbaskirin, li cihê ku cezayên muhtemel dikarin werin gotûbêj kirin, Devîn got.
Lê di danûstandinên berê yên meha Tebaxê de, Devîn got jî, li ser cezayan lihevkirinek çênebû, tevî ku Azerbaycan neh mehan Qerebaxê dorpêç kiribû ji bo amadekariya êrîşê.