“Komara Ermenîstanê tu carî dev ji peymanên xwe yên îtîfaqê bernedaye û xiyanet li hevalbendên xwe nekiriye.”
Ev yek di axaftina xwe de serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragihand.
“Analîzkirina bûyeran nîşan dide, ku sîstemên ewlekarî û hevalbendê, ku me bi salan xwe dispêre wan, ku bêhêziyên me eşkere bikin û wan wezîfe daniye ser xwe, ku îmkana gelê Ermenî ya nepêkanîna hebûna dewleteke serbixwe rewa bikin
Bi ser de jî, ti eleqeya siyaseteke bi vî rengî bi desthilatdariya, ku ji aliyê şoreşa bê şîdet û qedîfe ve hatiye avakirin, ku di sala 2018’an de li Ermenîstanê pêk hat, nîne.
Em bang û daxwazê ji hevkarên xwe dikin, ku rêzê li dewletbûn û serweriya me bigirin û em biryardariya xwe ya xurtkirina dewletbûn, serwerî, demokrasî, ewlekariya derve û navxweyî diyar dikin.
Em bang li civaka navneteweyî dikin, ku ji bo serxwebûn, serwerî, yekparçeyiya ax û demokrasiya Ermenîstanê piştgirîya bênavber nîşan bidin.
Pêwîst e amûrên ewlekariya derve û navxweyî yên Ermenîstanê biguhere û dewlemend bibe, bi hemû hevkarên, ku ji bo gavên bi kêrî hev amade ne re hevkariyê bikin:” Nîkol Paşînyan got.