PoliticsTop

Hikûmeta Komara Ermenîstanê wê bi hemû baldarî pêşwaziya xuşk û birayên me yên li Qerebaxê bike: Nîkol Paşînyan

Nîkol Paşînyan axaftinek kir.

“Ermeniyên Qerebaxê hê jî bi xetereya paqijiya etnîkî re rû bi rû ne. Di van rojên dawî de kelûpelên mirovahî derbasî Qerebaxê bûne, lê ev yek rewşê naguherîne.

Ger ji bo ermeniyên Qerebaxê şert û mercên rastîn ên jiyanê di malên wan de neyên çêkirin û mekanîzmayên bi bandor ên parastina ji paqijiya etnîkî neyên afirandin, îhtîmala, ku weke tekane çareserî ermeniyên Qerebaxê ji welatê xwe derqewin pir zêde dibe:” got serokwezîr.

Li gor Nîkol Paşînyan berpirsiyariya geşepêdana bûyeran bi tevahî dikeve ser milê hêzên aştîparêz ên Rûsyayê yên li Qerebaxê û Azerbaycanê , ku siyaseta paqijkirina etnîkî pejirandine.

“Eger ev hewldan encamên berbiçav nede, hikûmeta Ermenîstanê wê xwişk û birayên me yên ji Qerebaxê qebûl bike:” Nîkol Paşînyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button