PoliticsTop

Biryara erêkirina Statuya Romayê bi ti awayî li dijî RPEK û Rûsyayê nîne: Nîkol Paşînyan

Bi erêkirina Statuya Romayê ve Komara Ermenîstanê wê bikaribe îmkanên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî di dabînkirina ewlehiya derve de bikar bîne.

Me di Kanuna Pêşina 2022an de biryara erêkirina Statuya Romayê da, dema ku ji bo me hemûyan eşkere bû, ku RPEK û amûrên hevkarîya stratejîk a Ermenîstan-Rûsya ji bo ewlekirina ewlekariya derve ya Ermenîstanê têrê nakin.

Nîkol Paşînyan di axaftina xwe de ev tişt ragihand.

Li gor wî, biryara erêkirina Statuya Romayê bi ti awayî ne li dijî RPEK û ne jî li dijî Federasyona Rûsyayê ye, ew ji berjewendiyên ewlekariya me ya derve tê û erêkirina biryareke wiha mafê me yê serwerî ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button