PoliticsTop

Azerbaycan li dijî gelê sivîl ê Artsaxê terora agahdarkirinê pêk tîne: Parêzvanê mafên mirovana Qerebaxê

Xebatkarên Parêzvanê mafên mirovana Qerebaxê gelek raporên tirsnak li ser terorîzma agahdarî ya Azerbaycanê, ku bi awayekî çalak li dijî gelê sivîl tê meşandin, distîne.

“Kanalên Telegram ên Azerbaycanê teşwîqê dîtin, kuştin, îşkencekirin û tecawizkirina kesên winda yên li Artsaxê dikin, di berdêla wê de jî pereyan pêşkêş dikin. Gelek ji xizmên windayan, ku ji niha ve di rewşeke metirsîdar a derûnî de ne, hişyariyê didin, ku Azerbaycan wan terorîze dike û bi telefon û peyaman gefan li wan dixwe.

Ev jî nîşaneke din a kîn û nefreta etnîkî ya himber Ermeniyan e, ku tenê îsbat dike, ku eger gelê sivîl radestî Azerbaycanê were kirin, wê ti garantiya ewlehiyê nebe:” di mîkrobloga “X”ê ya Mafên Mirovan a Artsaxê de hatiye diyarkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button