
Ermenîstan ji bo rewşa Qerebaxê nikare tiştekî bike, Rûsya jî naxwaze tiştekî bike. Siyasetnasê Rûs Mîxaîl Aleksandrov di axaftina xwe ya bi NEWS.amê re ev tişt got.
Pispor gavên Rûsyayê çareseriyeke demkî bi nav kir, da ku li Qerebaxê mirow neyên qetilkirin..
Lê belê, di demeke dirêj de ermenî wê nikaribin li wir bimînin, neçar in ku herin an jî rastî zext, heqaretan bên û di dawiyê de her wiha wê herin:” Aleksandrov diyar kir.
Zanyarê siyasî got, eger Ermenîstan bixwaze, niha nikare tiştekî bike, ji ber ku eger protêst bibe sedema guhertina serkirdayetiya welat jî, hêzên wê yên leşkerî tune, ku pirsgirêkê çareser bikin.
Li gorî wî, ji bo xurtkirina hêza artêşa Ermenîstanê û vegerandina Qerebaxa Çiya gelek dem lazim e.
“Ji bo ermenî li Qerebaxê bimînin, divê civaka navneteweyî îro gavan bavêje.
Tişta, ku dikare were kirin ew e ku li dijî Azerbaycanê cezayan bisepînin û bi encamên giran re tehdîd bikin. Ji bo zextê li Azerbaycanê bike di kongreya Amerîkayê de biryareke baş hat pêşniyarkirin. Lê çend endamên kongreyê li wir hene û pêkhateya sereke Azerbaycanê wek welatekî girîng dibîne, ku dixwazin di pêşerojê de li dijî Rûsyayê bikar bînin. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku li hemberî Azerbaycanê tiştekî cidî bikin. Û Yekîtiya Ewropî jî nikarî bûyera qewimî şermezar bike, ji ber ku Macaran destwerdan kirin:” wî tekez kir.
Pispor anî ziman, ku ew di wê baweriyê de ne, ku ceza jî dikarin rewşê biguherin.
“Lê belê tu kesî li dijî Azerbeycanê jî ceza neaniye:” bi bîr xist zanyarê siyasî.
Aleksandrov di wê baweriyê de ye ku eger Ermenî derkevin, hêzên aştiyê yên Rûs jî wê derkevin, eger ne niha, di sala 2025 de.
“Ev tenê meseleya demê ye,” wî bi dawî kir.