
Hejmarek ji kongresmanên Amerîkî êrîşa Azerbaycanê li ser Qerebaxê şermezar kirin û daxwaza çareseriyeke dîplomatîk ji kêşeyan re kirin.
Endamên Meclîsa Nûneran a DYA’yê Brad Şêrman, Frank Pallon, Young Kim, Jim McGovern, Don Beyer, Bill Keating, Grace Man, Catherine Clark, Dîna Tîtûs û yên din bi daxuyaniyekê êrîşa Bakûyê şermezar kirin.
Palon di nivîsa xwe de wiha got: “Em bi mehan e dizanin ku Azerbaycan kampanyayeke qirkirinê li dijî Ermeniyên Artsaxê dimeşîne,” û bal kişand ser girîngiya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her amûrek dîplomatîk, di nav de cezakirin, bikar bîne ji bo ewlehiya gelê Artsaxê