
Bi navbeynkariya fermandariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê yên li Qerebaxê bi cih bûne, di 20’ê Îlonê saet 13:00’an de bi temamî operasyonên leşkerî rawestînin. Li gora nûçeya “Armenpress”ê, karbidestên Serok Komarê Qerebaxê derbarê vê yekê de daxuyaniyek belav kirin û tê de jî tê gotin ku biryar e di 21ê Îlonê de li Evlaxê di navbera nûnerên rayedarên Qerebax û Azerbaycanê de civînek were lidarxistin.







