All NewsTop

Leşkerên Amerîkî dê tetbîqatên leşkerî yên hevbeş ligel artêşa Ermenîstanê li Ermenîstanê biqedînin

Reuters’ê ji zarê rayedarekî leşkerî yê Amerîkî radigihîne, leşkerên Amerîkî dê roja Çarşemê tetbîqatên hevbeş ligel artêşa Ermenîstanê li Ermenîstanê temam bikin, wek ku hatî plan kirin, bêyî ku bandorê li destpêkirina operasyoneke leşkerî ya mezin ji alîyê Azerbeycanê bike.

Li gor gotina wî, di tetbîqata Eagle Partner 2023 ya 10 rojî de bi beşdariya 85 leşkerên Amerîkî û 175 leşkerên Ermenî, ti guhertin çênebû, tevî ku Azerbaycanê roja Sêşemê dest bi operasyona bi navê “dijî terorê” li Artsaxê kir.

Me dizanibû ku operasyon li dar dixin, lê me guman nedikir ku metirsî li ser leşkerên me hebe û ji ber vê yekê di tetbîqatê de man.” Wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button