
Çavkaniyekî rêxistina cîhanî ji TASSê ra ragihandîe, civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî ya taybet bi rewşa Qerebaxê dê di 21ê Îlonê da were lidarxistinê.
“Divêjin hevdîtin roja Pêncşemê pêk wê were.” got muxatabê ajansê. Tê payîn ku hevdîtin danê nîvro li gorî dema New Yorkê pêk were.
Di van rojan da Neteweyên Yekbûyî hefteya bilind a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li dar dixe, lewma dibe ku di civînê da serokên çend şandan beşdar bibin.







