Veguhastina kargoyê ji bo Qerebaxê ji rêya Axdamê ra nabe wek vekirina korîdora Laçînê, ango cîbicîkirina biryara Dadgeha Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser pêwîstiya rakirina dorpêçê. Balyozê Ermenistanê yê Belçîkayê Tîgran Balayan li ser rûpela xwe ya Xê li ser vê yekê nivîsî.
“Ev weke rakirina ablûqeya neqanûnî ya ji aliyê rejîma dîktator a Alîyêv a li ser Qerebaxê va nayê dîtin. Berevajî vê, tedarika îro xurtkirina dorpêça sadîst e ku 9 meh in berdewam dike.” wî nivîsîe.