
Wezareta Karên Derve ya Qerebaxê têkildarî şandina barên mirovî yên ji bo welat daxuyaniyek daye û diyar kirîe ku tenê rewşa ji nû va vegerandina tevahî ya Korîdora Laçîn da, wê behsa bidawîbûna blokadaê were kirinê. her wiha çalakiyên jiyana asayî û mafên takekesî û komî yên gelên Qerebaxê, di nav da mafê tevgera azad, tenduristî, perwerde û geşepêdanê, li ser vegerandina zêdetir şert û mercên pêwîst ji bo pêkanîna tamamî.
Di daxuyaniyê da tê gotinê
“Di 18’ê Îlona 2023’an da bi wesayîtên Xaça Sor a Navneteweyî ji Korîdora Laçîn û rêya Axdam-Stêpanakêrtê nêzî 28 ton barên mirovahî yên ku ardê genim, malzemeyên tibbî û paqijiyê tê da bûne. Ev peywira mirovahî encama gotûbêjên dûr û dirêj bi beşdariya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, fermandariya hêzên aştîparêz ên Rûsî li Artsaxê û navbeynkarên navneteweyî ye, bi berçavgirtina rewşa mirovî ya pir dijwar ku ji ber dorpêçkirina tam a Azerbaycanê pêk hatiye.
Heman demê da, pêdivî ya ku were destnîşan kirinê ku Qerebax hîn jî dada ye, ji gaz û elektrîkê ji Ermenistanê bêpar e û îmkana dabînkirina jiyana asayî ya gelê komarê. Hêjayî bîrxistinê ye ku karesata mirovahî ya ku her diçe xirabtir dibe, bêyî dabînkirina pêbawer û bi rêkûpêk a xwarin û pêdiviyên bingehîn nayê sekinandinê. Ev sewqiyata barhilgiriya mirovahî, ku kêmtirî ji sedî 7ê ya ji 400 ton kelûpelên rojane yên berî blokadaê, ne bi hejmûn û ne jî bi cûrbecûr kelûpelên îthalkirîe, dikare şûna gera asayî ya bargehên bazirganî bigire, ku pêwîst e. ji bo misogerkirina çalakiya jiyana asayî û geşepêdana xwezayî ya Qerebaxê.
Em careke din tekez dikin ku gere aktorên navneteweyî yên ku di pirsa çareserîya kêşeya Azerbaycan-Qerabaxê da cih digirin, vekirina Korîdora Laçîn bi tevahî ji bo tevgera ewle û bê astengî ya mirov, wesayît û bar li her du alîyan li gorî sêalî misoger bikin. Daxuyaniya 9ê çirîa paşin 2020 û biryarên Dadgeha Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî. Tenê wê gavê dê mimkuna bê axaftinê li ser bidawîhatina dorpêçê, û her weha vegerandina bêtir şert û mercên pêwîst ji bo pêkanîna tam ya mafên takekesî û kolektîf ên gelê Qerabaxê, da nav da mafê tevgera azad, tenduristî, perwerde û pêşketinê.”







