
Divê hikûmeta Baku demildest dest ji êrîşan berde û ji bo çareseriyeke aştiye vegere dîplomasiyê. Serokwezîrê Almanyayê Olaf Şolz li ser rûpela xwe ya “X”ê li ser vê yekê nivîsî.
“Divê demildest operasyonên leşkerî yên li Qerebaxê bên rawestandin. Rewşa di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de gelek krîtîk e. Divê hikûmeta Baku demildest dest ji êrîşan berde û ji bo çareseriyeke aştiye vegere dîplomasiyê:” wî nivîsî.