
Li gor zanyariyên belavbûyî, aliyê Rûsî kordînatên hemû pêgeh û cihên alavên li Qerebaxê dane Azerbaycanê û ji cihên navborî dûr ketine û Azerbaycanê jî dest bi topbarana berfireh kiriye.
Weke ku me ragihand, Azerbaycanê bi fermî destpêkirina operasyonên leşkerî li Qerebaxê ragihand. Li bajarên cuda yên Qerebaxê: Stêpanakêrt, Askêran, Martûnî hişyariya hewayî hat ragihandin. Azerbaycanê di van aliyan de êrîşên hewayî pêk tîne.







