PoliticsTop

Vekişîna hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji herêmên dagirbûyî yên Ermenîstanê, wê bibe gaveke cidî di warê xurtkirina baweriyê de: Marukyan

Balyozê bi peywirên taybet ê Komara Ermenîstanê Êdmon Marukyan di wê baweriyê de ye, ku vekişîna leşkerên Azerbaycanê ji herêmên dagirbûyî yên Ermenîstanê dikare bibe gaveke cidî ji bo xurtkirina baweriya di navbera aliyan de. Marûkyan li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya “X”ê de, amaje bi êrişa leşkerî ya Azerbaycanê li ser xaka serweriya Komara Ermenîstanê ya berî salekê kir û di encamê de zêdetir ji 200 qurbanî û gelek birîndar ji aliyê ermenî ve hatin kirin.

“Heya îro derdora 150 kîlometre çargoşe ji axa Ermenîstanê ya serwerî dagirkirî ye û tevî daxwazên civaka navneteweyî jî, hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji van herêman derneketine. Vekişîna leşkerên Azerbaycanê ji herêmên dagirkirî yên Ermenîstanê dikare bibe gavek cidî ji bo xurtkirina baweriyê di navbera aliyan de:” balyozê Komara Ermenîstanê bi peywirên taybet nivîsî.

Wî bal kişand ser vê yekê, ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê divê ji axa serweriya Komara Ermenistanê derkevin û hemû girtiyên şer û girtiyên din ji girtîgehên Azerbaycanê werin berdan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button