
Rayedarên Komara Qerebaxê bi pêşnûmeya, ku hemwext bi wesayîtên Xaça Sor a Navneteweyî di rêya Korîdora Laçînê û Rêya Axdamê re veguheztina barhilgiran were kirin, qebûl kirin. Navenda ragihandinê ya Artsaxê li ser vê yekê peyamek belav kir.
“Krîza, ji ber dorpêçkirina Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê derketiye holê, roj bi roj kûrtir dibe. Hikûmet di bin şert û mercên teng de pêvajoya bidestxistina genim û peydakirina ar ji kargehên nan re organîze dike û mixabin hertim ne mimkûn e ku rojane 200 gram nanê, ku ji hemwelatiyekê re heye, di bin sîstema kupon de were dabînkirin.
Bi berçavgirtina kûrbûna karesat û rewşa ewlekarî ya li welêt, rayedarên Komara Qerebaxê biryar dan, ku pêşnîyara hevbeş ya ofîsa Stepanakertê ya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor û fermandeya koma leşkerî ya Rûsî ya parastina aştiyê qebûl bikin. Li gorî pêşnûmeyê, bi wesayîtên Xaça Sor a Navneteweyî (barên bi eslê xwe biyanî) wê bi rêya korîdora Berdzorê, rêya bejahî ya Gorîs-Stepanakertê û rêya Akna-Stepanakertê veguhestina hevdemî ya barên mirovahî wê were kirin.
Rêkxistina proseyê hem ji bo bêbandorkirina metirsiyên li ser jiyan û tenduristiya hevwelatiyên me û hem jî ji bo veguheztina zêdetir a barên mirovî di korîdora Berdzorê re pêwîst e:” peyamê de hate gotin.