PoliticsTop

Paşînyan bawer nake ku îradeyeke siyasî ya rastîn, ji bo diyaloga bi Stepanakertê re, li Bakuyê heye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bawer nake, ku Bakû ji bilî daxuyaniyên giştî xwedî îradeyeke siyasî ya rastîn e, ku bi Stepanakertê re diyalogê bike.

Paşînyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ev tişt got.

Paşînyan li ser mijara destpêkirina mekanîzmayeke navneteweyî ya ji bo diyaloga muhtemel a di navbera Stepanakert û Bakûyê de jî got, ku hevkarên navneteweyî li ser van mijaran bi xurtî dixebitin.

“Ev jî dibe sedem, ku ez berdewam daxwazê ​​ji hevkarên me yên li Stepanakertê dikim, ku ew beşdarî wê diyalogê bibin. Helbet bang li Bakûyê jî tê kirin, ji ber ku eger yek ji aliyan nexwaze diyalog pêk nayê. Û mixabin, ne wisa ye, ku em dibînin ku ev daxwaz bi temamî ji aliyê Bakûyê ve tê gotin:” got Serokwezîr.

Û wî got jî, ku ev daxwaz ji aliyê Bakûyê ve di asta fermî de tê ragihandin. Lê, li gor serokwezîr, hevdîtinên plankirî çend caran pêk nehatin û wî hewl da, ku sûcên, ku li ser Stepanakertê tên awêtin jî, yanî ku ji alye Stepanakertê ve diyalog têk çûne,fêm bike.

“Ez ne bawer im ku li Bakûyê, ji bilî daxuyaniyên giştî, îradeyeke siyasî ya rastîn jî heye, ku ew diyalog pêk were:” Paşînyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button