PoliticsTop

Karesatek mirovahî dikare bibe sedema şerekî nû li ser sînorê Ewropayê: Gotera “National Journal” li ser krîza li Qerebaxê

“National Journal” weşandinek li ser rewşa mirovî ya li Qerebaxê kir û bi bîr xist, ku rojek pêş rûniştinên Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê derbas bû, ji bo bê zanîn, ku rêveberiya Amerîkayê ji bo pêşîgirtina li krîzeke mezin çi dike.

Parêzvanên mafên mirovan û pisporên di warê hiqûqî de diyar dikin, ku li Qerebaxê paqijiya etnîkî tê kirin. Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Bob Menendez jî ev nêrîn dubare kir û destnîşan kir, ku Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û rejîma wî “hewl didin van mirovan ji birçîna bikujin an jî bindest bikin.”

Davîd Phîllîps, ji Enstîtuya Lêkolînên Mafên Mirovan a Zanîngeha Kolumbîaye got, ku divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cezayên Qanûna Magnîtskî bikar bîne, ku rê li ber mirovan digire, ku têkevin Dewletên Yekbûyî û mal û milkên wan dicemidîne, û mekanîzmayên din ên qanûnî, ji bo ku Alîyev bi xwe ji birçîkirina gelê Qerebaxê berpirsiyar bigire.

Di weşana medyayê de wiha hatê gotin: “Ji bo zextê li sûcdaran were kirin dikare were bikar anîn.”

Niha tê gotin, ku hin pispor hişyariyê didin, ku eger rewşa mirovî zû çareser nebe, dibe ku xwîn zêde bibe. Azerbaycan çek û hêzên xwe li nêzî xeta pêwendiya bi Qerebaxa Çiya re kom dike, çawa ku Rûsya sala borî di dema dagirkirina Ukraynayê de kir. Şêniyên herêmê dibêjin ku êrîşeke Azerbeycanê ya li dijî Ermenîstanê jî dikare bibe.

“Em dibînin ku rejîma Alîyev li ser sînora Ermenîstanê û li ser xeta têkiliya bi Qerebaxê re gelek çek, personel û hemû hêza xwe ya gulebaranê kom dike:” Nûnerê Komara Ermenîstanê li Yekîtiya Ewropayê Tîgran Balayan ji çapemeniyê re axivî.

Wî hêvî xwest, ku ji bo rewşa heyî çareseriyeke dîplomatîk bê dîtin. Balayan anî ziman, ku ger Azerbaycan Korîdora Laçîn veneke divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cezayên armanckirî bisepîne.

Wezîrê berê yê dewletê yê Qerebaxê Artak Beglaryan ji medyayê re ragihand, ku rewşa li paytext Stepanakertê bi lez û bez xirab dibe.

“Xwarin û pêdivî, di nav de derman, sotemenî û pêdiviyên din, qediyane an jî kêm mane:” got Artak Beglaryan.

Wî got, ku dikan vala ne, sotemenî têra pêkanîna karê çandiniyê an jî veguhestina sebzeyan ji gundan bo paytextê, nake.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button