PoliticsSocietyTop

ICRC alîkariyên mirovî bi rêya Korîdora Laçîn û Rêya Axdamê gihandin Qerebaxê

Di 18’ê Îlonê de Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ar û pêdiviyên tenduristiyê yên girîng bi rêya Korîdora Laçîn û Rêya Axdamê dane mirovên hewcedar ên li Qerebaxê kir.

Daxuyaniya ICRC diyar dike ku ev yek “bi saya hewildanên dîplomatîk ji bo gihîştina lihevhatinek mirovahî di navbera biryarderan de” pêk hat.

“Em bi vê yekê pir şa ne, ku gelek kesên, ku pişta xwe bi alîkariya mirovahî ve girêdidin wê di rojên pêş de piştgiriya pir hewce bistînin. Li saziyên tenduristiyê pêdiviyên tenduristiyê tune ne. Mirov ji bo nan bi saetan di rêzê de disenin. Pêdiviya wan bi alîkariya domdar bi riya şandinên mirovahî yên birêkûpêk heye. Vê konsensusê hişt ku tîmên me ji nû ve dest bi xebata rizgarkirinê bikin:” Rêvebera Herêmî ya Ewropa û Asya Navîn a ICRC Arîane Bauer got.

Daxuyaniyê destnîşan kir, ku ICRC di hefteyên dawî de bi “biryarderan” re danûstandinan dikir, li ser vebijarkên ji bo gihandina alîkariyê ji herêmê re bi riyên cihêreng, di nav de Korîdora Laçîn û Rêya Axdamê, gotûbêj kirin.

“Operasyona Duşemê bi du kamyonan pêk tê ku hevdem kelûpel di rêya Korîdora Laçînê û Rêya Axdamê re gihandin,” daxuyaniyê got.

Rêvebirê herêmî yê ICRC hêvî xwest ku gihandina bargehên mirovahî berdewam bin.

“Ez hêvî dikim ku ev lihevkirin wê rê bide radestkirinê ji nû ve dest pê bikin, ne tenê îro, lê di hefteyên pêş de, da ku em bi rêkûpêk alîkariyê bigihînin kesên, ku hewcedariya wan bi wan heye. Armanca me ew e, ku em li gorî prensîbên xwe yên bingehîn ên bêalîbûn û serxwebûnê, xwe bigihînin kesên hewcedar:” Arîane Bauer got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button