PoliticsTop

Ermenîstan nikare vektora siyaseta derve biguhere: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştrast dike, ku Ermenîstan nikare vektora siyaseta xwe ya derve biguherîne, ji ber ku ew her dem li gorî berjewendîyên dewletê dimeşe.

Paşînyan ev yek di brîfînga bi rojnamevanan re got.

Serokwezîr destnîşan kir, ku siyaseta derve ya Komara Ermenîstanê şefaf e. Wî rast nedît, ku bêje, ku Ermenîstan vektora xwe ya siyasî ya derve diguherîne.

“Ermenistan nikare vektora siyaseta xwe ya derve biguhere, di vê wateyê de, ku siyaseta derve ya Ermenîstanê her tim li gorî berjewendiyên dewleta Ermenîstanê dimeşe. Siyaseta derve ya Ermenîstanê her tim bi rê ve dibe û li ser esasê berjewendiyên dewleta Ermenîstanê ye:” Paşînyan got.

Serokwezîr li ser nameya, ku ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hatiye şandin de jî diyar kir, ku di nameyê de nirxandina rewşa li ser sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê û xeta pêwendiyê ya navbera herdu welatan (Qerebax- Azerbaycan) hatiye pêşkêşkirin, ew tiştên, ku wî di 7-8 axaftinên têlefonê yên îsal de pêşkêş kiribu.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button