TopWorld

Erdogan pêşniyar kir, ku hemwelatiyên Azerbaycanê û niştecihên Kafkasyayê di nav refên dîasporaya Tirkiyê de cîh bigirin

Tirkiye di serdemekê de dijî, ku em gav bi gav pirsgirêkên ku di aboriya Tirkiyê de ji ber guheztinên aborî yên cîhanî derketine, li pey xwe dihêlin. Serokomarê Tirkiyê Erdogan ev yek ragihand.

Dijminên herî dijwar ên Tirkyê jî êdî nikarin welatê me paşguh bikin û di hewldanên xwe yên çêkirina ewrên tarî li ser aboriya me de bi ser bikevin:” serokê Tirkiyê gotye.

Wî gotye, ku hejmara kesên bi eslê xwe tirk, ku li welatên din dijîn, dixebitin û dixwînin, dîasporaya tirkan pêk tînin, digihêje 8 milyonan.

“Divê hemwelatiyên welatên endam û çavdêrên Rêxistina Dewletên Tirk ên wek Azerbaycan, Ozbekistan, Kazakistan, Qirgizistan, Tirkmenstan û Macarîstan jî di nav refên dîasporaya me de cih bigirin:” Erdogan got.

Di vê lîsteyê de welatiyên bakurê Qibrisê, yên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin jî, cih girtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button