
Di civîna, ku ji bo Civîna Bilind a Civaka Siyasî ya Ewropayê ya di 5’ê Çiriya Pêşinê de li Granada bê derbaskirin, di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de wê ti belge neyê îmzekirin.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ev tişt got.
Paşînyan li ser pirsa gelo tê çaverêkirin ku di civîna 5ê Çiriya Pêşinê li Granadayê de bi Azerbaycanê re belge bên îmzekirin yan na, got: “Mixabin, na. Heger bê plankirin, ku belgeyek were îmzekirin, ev tê wê wateyê, ku ew belge li gorî berjewendiya hevseng a Ermenîstanê ye û em amade ne, ku îmze bikin. Me got rojeva aştiyê, karê me ye û em dixwazin di zûtirîn dem de bi Azerbaycanê re peymana aştiyê îmze bikin, wek mînak heta dawiya salê, serê sala bê. Û em ji bo wê her tiştî dikin. Ez pir dixwazim bibêjim, ku li Granadayê belgeyek li ber îmzekirinê ye, lê mixabin, na. Em hêvî dikin, ku em ê bi xurtî danûstandinan bidomînin û bigihin çareseriyekê.”
Wî eşkere kir, ku kirîza mirovî ya dijwar, ku li Qerebaxê kûr dibe, girtina neqanûnî ya Korîdora Laçînê, bandoreke neyînî li pêvajoya aştiyê dike. Paşînyan diyar kir, ku ji ber blokekirina neqanûnî ya Korîdora Laçîn û krîza mirovî, ya ku li Qerebaxê hatiye avakirin, gelek dem winda bûye. Serokwezîr her wiha got, eger ev rewş nebûya, heman enerjiya, ku mixabin ji bo çareserkirina mijarê bê encam tê xerckirin, wê ji bo gotûbêjkirina rêkeftina aştiyê zêdetir bihata bikaranîn.
Serokwezîr li ser vê pirsê, ku gelo di rewşa niha de îmzakirina rêkeftina aştiyê heta dawiya salê mumkin dibîne yan na got, ku divê hertim vê yekê mumkin bibînin, ji ber ku wî sozeke siyasî daye li ser îmzekirina rêkeftineke wiha.
“Û her ku peyman bi derengî dikeve, ew qas di warê pabendbûna me ya siyasî de xirabtir dibe. Karê min e, ku ez her tiştê, ku ji destê min tê bikim, da ku wiya gengaz bikim:” wî got û hêviya xwe anî ziman, ku rewş wê bê guhartin.
Wî tekez kir, ku ew ji bo guhertina rewşê, vekirina Korîdora Laçînê, derbaskirina krîza mirovî ya li Qerebaxê û diyaloga Baku-Stepanakertê dixebitin.