
Di 16ê Îlonê de beşdarên tetbîqata leşkerî ya Ermenî-Amerîkî ya “Eagle partner-2023” serdana Bîrdariya Qirkirina Ermenîyan kirin.
Weke ku Muzeya-Enstîtuya Qirkirina Ermenîyan da zanîn, mêvan ji aliyê rêveberê Muzeê Harutyun Marutyan ve hatin pêşwazîkirin.Wî dîroka avakirina kompleksa bîranînê pêşkêş kirin.
Wî behsa çîrokên sê xaçkarên, ku li herêma Tsîsernakaberdê ji bo bîranîna ermeniyên, ku di qetlîamên dewleta Azerbaycanê de li Sumgaît, Kîrovabad (Gandzak), Bakûyê di sedsala borî de hatine organîzekirin de, mirine û çîrokên 5 şervanên azadiyê kir.
Beşdarên tetbîqatê kulîlk danîn ber agirê herheyî û ji bo bîranîna qurbaniyên bêguneh ên Qirkirina Ermenîyan deqeyek rêz girtin.
Mêvan li Muzeya Qirkirina Ermenîyan geriyan, pêşangehên daîmî û demkî nas kirin.
Di dawiya serdanê de, bi wan rw pirtûkên li ser Qirkirina Ermenîyan hatiê dayîn.