
Servîsa Ewlekariya Netewî ya Ermenîstanê weşanên li ser hatina hejmareke zêde ya şervanên “Wagnêr” bo Ermenistanê piştrast dike.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan dema li Meclisa Neteweyî bersiva pirsa parlementer Agnêsa Xamoyan da.
Dezgehên qanûnê yên Ermenîstanê mecbûr in ku bersivê bidin weşanên ku di çapemeniyê da têne weşandinê. Bi qasî ku ez dizanim di kanalên Telegramê da belavokek wiha derketiye. Servîsa Ewlekariya Neteweyî di çarçoveya desthilatdariya xwe da agahdariya weşandî piştrast dike. Li wir jî tiştekî neasayî nîne.” Wî gotîe.







