Ermenistan amade ye û eleqedar e ji bo vekirina peywendiyên herêmî, lê her daxwazek, daxûyaniyek ku serwerî û dadweriya Ermenistanê bipirse, ji bo hukûmeta Ermenistanê xeta sor e.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dema li Meclisa Neteweyî li ser pirsa parlementerê Fraksiyona “Peymana Sivîl” Arûsyak Jûlhakyan axivî, di derbarê vê yekê da piştrast kir. Parlamenter daxuyaniyên Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê yên der barê “Korîdora Zengezûrê” da bi bîr xist.
Serokwezîr destnîşan kir ku Ermenistan ne li dijî vekirina rêya hesinî ya Horadîs-Mêgrî-Ordûbad-Yêrasx e, berevajî vê yekê ew alîgirê wê ye û wê ji bo welêt projeyek pir girîng dibîne.
Li gora serokwezîr, yên jorîn divê di bin serwerî û daraza Ermenîstanê da tevbigerin, yanî divê dahatên mezin ji Ermenîstanê ra bînin.
Paşînyan bi bîr xist ku di daxuyaniya sê alî ya 9ê Mijdara 2020an da tenê korîdora Laçînê wek korîdoreke bi sînoreke diyarkirî ya serweriyê hatiye plankirin, ti korîdoreke ku di ser axa Komara Ermenîstanê ra derbas dibe nayê plankirinê.