All NewsTop

Piştî nûçeya kombûna leşkerên Azerbaycanê, me li wan deverên sînorî dewriyeyên xwe zêde kirîe. Markûs Rîttêr

Piştî belavbûna nûçeyên derbarê kombûna hêzên Azerbaycanê li ser sînorê Ermenistanê, şanda çavdêriya Yekîtiya Ewropayê li Ermenistanê dewriyeya xwe li wan navçeyên sînorî zêde  kirîe. Çavdêran tiştên ku dîtine ji Brûsêlê ra ragihandîe. Serokê mîsyona çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê Markûs Rîttêr di axaftina xwe ya bi “Armenpress”ê ra ev tişt gotîe.

Rîttêr gotîe – “Dema ku gotegot û gotegot li ser kombûna hêzên Azerbaycanê dihate, me hêjmara dewriyeyên xwe li wan deverên sînor zêde kirîe. Me bi rêkûpêk tiştên ku me dîtîe ji Brûsêlê ra ragihandîe. Me li ser X jî note nivîsandîe û banga başkirina rewşê û sivikkirina aloziyan kirîe. Wusa dixuye ku heta niha kar kiriye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button